Li Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabûn

Li Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabûn

PeyamaKurd - Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê yên Mêrdîn, Diyarbekir, Batman, Riha, Çewlig, Xarpêt û hin deverên din ji ber barana ku ji nişkave bariya lehî rabûn û rê xitimîn.

Pêla barana xurt ji şevê din ve bandora xwe li ser bajarên Bakurê Kurdistanê nîşan da.

Li navend û navçeyên bajarên Bakurê Kurdistanê hin xanî di bin avê de man û li ser kolanan jî lehî rabûn. Ji ber avberbûnê li gelek deveran welatîyan nekarî biçin karên xwe û trafîk jî bi zehmetiya meşiya.

Li gorî texmînên saziya keşûhewayê wê barîna baranê heta roja Duşemê jî berdewam bike.