PeyamaKurd - Hate ragihandin ku keştiya balafiran a bi navê "USS Theodore Roosevelt" ji San Diegoyê ber bi herêmê ve ketiye rê.
Ji ber zêdebûna aloziya bi Îranê re, Washingtonê dest bi xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn kir.
Li gorî daxuyaniya ku rayedarekî Amerîkî daye El Cezireyê, koma êrîşê ya ku keştiya balafiran a nukleerî USS Theodore Roosevelt jî tê de ye, ji Baregeha Deryayî ya San Diegoyê derket û heta dawiya meha Mijdarê dê bigihîje herêmê.
Hat diyarkirin ku ev veguhastin tenê bi keştiyên balafiran ne sînorkirî ye, di heman demê de keştiya deryayî ya Makin Island bi zêdetirî 2 hezar piyadên deryayî ve ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê ketiye rê.
Pisporên leşkerî destnîşan dikin ku ev hêza mezin a deryayî û asmanî dê di destê rêveberiya Washingtonê de bibe derfeteke stratejîk a berfireh li herêmê.