Medya Îsraîlê: Îsraîl projeya Sûriyeya wekî kanton dabeşkirî gotûbêj dike
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Îsraîlê, niha hikûmeta Îsraîlê ku beşek ji hêzên artêşê di nav Sûriyeyê de bicih kiriye, projeyên bo dahatûya Sûriyê gotûbêj dike.
Rojnameya Îsrael Hayomê daye xuyakirin ku Wezîrê Berevaniya Îsraîlê di civînekê de, dabeşkirina Sûriyê wekî kanton gotûbêj kiriye.
Sûriyeya kanton hate gotûbêjkirin
Rojnameya Îsrael Hayom eşkere kir ku Wezîrê Ewlekariyê yê Îsraîlê Gideon Saar, di civînekê de niyeta Îsraîlê bo Sûriyê daniye ser masê û Sûriyeya wekî kanton hatiye gotûbêjkirin.
Saar beriya niha jî gotibû, “Ew ji rêveberiya nû ya li Sûriyê nîgeran in, çimkî ew tenê komeke terorîst e”.
Rapora Sûriyê pêşkeşî Netanyahû hate kirin
Rojnameya Jerusalim Post jî agahiyeke balkêş belav kiriye û daye zanîn, berî du rojan komîteyeke bi navê “Nagil” ku girêdayî hikûmeta Îsraîlê ye raporek pêşkêşî serowezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu kiriye.
Di wê raporê de hişyariyê dide ku divê Îsraîl li hember rêkeftina “Şam-Enqere baldar be û xwe li hemberî şerekî li dijî Tirkiyê amade bike.
Destwerdana Tirkiyê ya di nav Sûriyê de tê nirxandin
Îsraîl Heyom jî radighîne ku wê di demeke nêzîk de Netanyahu civînekê li dar bixe da ku destwerdana Tirkiyê di nava Sûriyê gotûbêj bike.
Hêjayî gotinê ye, demek berê Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Derve yê Îsraîlê pêwendiyeke telefonî pêk anîbûn û rewşa Sûriyê tê de gotûbêj kiribûn.
Li gorî çavkaniyan Wezîrê Îsraîlê li hember êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê piştevaniya xwe bo Rojavayê Kurdistanê eşkere kiribû.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.