Medyaya Îsraîlê: Îsraîl amadekariya êrîşeke serbixwe ya li dijî Îranê dike

Medyaya Îsraîlê: Îsraîl amadekariya êrîşeke serbixwe ya li dijî Îranê dike

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îsraîlê de hatine belavkirin, di navbera rêveberiyên Washington û Tel Avîvê de li ser mijara êrîşkirina ser Îranê nakokî û dudilî derketine holê.

Tê diyarkirin ku Amerîka di derbarê êrîşeke nû ya berfireh de tirs û gumanan nîşan dide û dereng dimîne. Ji ber vê sekin û dudiliya rêveberiya DYAyê, artêşa Îsraîlê biryar daye ku planên xwe yên serbixwe bixe rewşa amadebaşiyê û bi tena serê xwe amadekariyên êrîşeke leşkerî ya li dijî armancên stratejîk ên li Îranê bimeşîne.

Di berdewamiya zanyariyên nûçeyê de hat destnîşankirin ku efser û berpirsên leşkerî yên Îsraîlê li ser senaryoyên cuda dixebitin da ku bêyî piştgiriya rasterast a Amerîkayê operasyonê pêk bînin.

Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku senaryoya êrîşeke serbixwe ya Tel Avîvê dikare hevsengiyên herêmî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn bi tevahî biguherîne û asta aloziyê derxîne asteke pir mezintir.