ANALÎZ | Jerusalem Post: Li Sûriyê miletê ku herî zêde edaletê heq dike Kurd in
PeyamaKurd - Li Şamê, bi hilweşîna rejîma Esed û bidestxistina desthilatê ji aliyê HTŞê ve, pirsa "Kîjan Sûriye?" ligel pêşeroja Kurdan û siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdan li Sûriyê derketiye holê.
Neville Teller di analîza xwe ya bo Rojnameya The Jerusalem Postê de, li bersiva vê pirsê digere.
Teller bi van gotinan dest bi nirxandinên xwe dike:
"Baş e, rewşa Kurdan çi ye, ku bi nifûsa xwe ya nêzî du milyonan yek ji mezintirîn milet in li Sûriyê?”
Şerê navxweyî yê Sûriyê ku di 2011an de dest pê kir, Kurd anîn pêşiya siyaseta herêmê. Li hember pêşveçûna leşkerî ya DAIŞê ya ku her tişt wêran dikir, hêzên hikûmeta Sûriyê gelek herêmên ku Kurd lê piranî ne li bakur-rojhilatê welat (Rojava) terikandin û rê dan ku Kurd van deran bi rêve bibin.
Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ku biryar dabû DAIŞê têk bibe, bi Pêşmerge û hêzên Kurdî re hevkarî kir. Ev jî bi ser ket. Bidestxistina erdên di bin kontrola DAIŞê de kêmtir ji du salan ajot; di vê pêvajoyê de, herêma bakur-rojhilatê Sûriyê ya ku Kurd lê piranî ne, ku wek Rojava tê zanîn, xweseriya de facto bi dest xist.
Bidestxistina bajaroka Minbicê ji DAIŞê ji aliyê hêzên Kurdî ve di 12ê Tebaxê 2016an de, parçeyek erd çêkir ku di bin kontrola Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de ye û li dirêjahiya sînorê başûrê Tirkiyê dirêj dibe. Ev herêm herwiha nêzîkî herêma Kurdistana Iraqê ye. Di destûra Iraqê ya 2005an de federalî ji herêma ku nifûsa wê Kurd e re hatibû dayîn.
Îhtimala yekbûna Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê
Bi vî awayî, her çiqas ne li gor dilê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan be jî, îhtimala Kurdistaneke yekbûyî ya serbixwe ku li bakurê Sûriyê (xeta Rojava) û Iraqê (Herêma Kurdistanê) belav bûye, derkete holê.
Erdogan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku hêza serdest di nav HSD de ye, wek beşek ji PKKê dibîne.
Di 2016an de Erdogan operasyona Mertalê Firatê da destpêkirin û herêmek li bakurê Sûriyê ji Cerablus heta El-Bab bi dest xist. Du sal şûnde, operasyona Şaxa Zeytûnê pêk hat ku bi kontrolkirina Efrînê bi encam bû.
Piştî ku Amerîkayê di 2019an de ragihand ku ji hin herêmên Rojavayê vedikişe, operasyona Kaniya Aştiyê da destpêkirin û "herêmeke ewle" ya bi navê xwe li aliyê Sûriyê yê sînorê Tirkiye-Sûriyê ava kir. Armanc ew bû ku ev der ji bo bicihkirina penaberên Sûriyê yên ku niha li Tirkiyê ne were bikaranîn.
Hemû herêmên ku Erdogan bi dest xistine ji aliyê meclisên herêmî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniya wan tê kirin ve têne birêvebirin, lîrayê Tirkî wek pereyê wan tê bikaranîn û di nav de dibistan, nexweşxane û postexane, bi awayekî mezin projeyên bingehîn ên Tirkî sûd werdigirin.
‘Tirkiye li ser Colanî xwedî bandor e’
Tirkiye li ser Ebû Mihemed el-Colanî (Ehmed Şera), serokê Heyeta Tehrîr el-Şam (HTS) ku rejîma dîktatorî ya Beşar Esed hilweşand, xwedî bandoreke siyasî ya xurt e. Bêguman Erdogan hêvî dike ku bi domandina kontrolkirina beşên mezin ên Sûriyê yên ku bi dest xistine, li ser pirsgirêka Kurdî bikar bîne. Lê belê, tevî pozisyona xwe ya siyasî ya serdest li Sûriyeya piştî Esed, ew ji vê yekê pir dûr e ku bikare vê bike.
Armancên Colanî derheqê kêmnetewan û bi taybetî Kurdan de hîn pir ne zelal in. Ji hilweşîna rejîma Esed ve Colanî helwesteke nerm nîşanî cîhanê dide û berdewam diyar dike ku di avakirina rêveberiya nû ya Sûriyê de dixwaze heta ji dest tê giştgir be.
Bi kurtasî, dibe ku ew erê neke ku Tirkiye li ser beşên fireh ên Sûriyeya serwer kontrola xwe bidomîne. Zêdetir, Colanî çend caran got ku Kurd "beşek ji welatê Sûriyê" ne û garantî da ku "tu bêedaletî çênabe".
Eger heqê miletekî etnîkî li Sûriyê ji bo edaletê hebe ew jî Kurd in...
Kurd berî bi hezaran salan jî li wir bûn. Xwedî genetîka miletekî serbilind û serbixwe ne. Li dilê Rojhilata Navîn li ser axa xwe jiyan û pêşve çûn. Ev gelê ku rastî gelek êrîşan hat, tevlîbûna bi dagirkeran re red kir û çanda xwe parast.
Her çiqas çîroka Kurdan wekî çîroka gelê Cihû be jî, di rastiyê de dîrokeke dirêj, tevlihev û zehmet a Kurdan heye.
Kurd li ku derê dijîn, bûne şahidê çi?
Piraniya Kurdan -nêzîkî 25 milyon- di nav sînorên Tirkiyê de dijîn. Li Sûriyê 2 milyon Kurd hene, li Iraqê 5 milyon Kurd dewleteke federalî ya nêzîkî serxwebûnê bipêş xist. Nêzîkî 7 milyon Kurd di nav rejîma tundrew a Şîî ya Îranê de jî asê mane.
Peymana Sevrê ya ku hilweşîna Împeratoriya Osmanî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nîşan dida, referandumek ji bo biryara meseleya welatê Kurdistanê pêşbînî dikir. Ev referandum tu car pêk nehat û Peymana Sevrê bi xwe di 1922yan de bi damezrandina Komara Tirkiyê ya di bin rêvebiriya Kemal Ataturk de betal hat hesibandin.
Piştre Peymana Lozanê hat îmzekirin û kontrola welatê Kurdistanê yê wê demê ji komarê re hat dayîn. Bi xêzkirina pênûsa welatên serdest, zêdeyî 20 milyon Kurd wek Tirk hatin îlankirin.
Xweseriya Kurdî di Destûra Iraqê ya 2005an de gihîşt mezintirîn naskirinê, ku tê de Herêma Kurdistanê wek heyîneke federal a di nav Iraqê de hate avakirin ku xwedî rêveberiya xwemalî û çarçoveya qanûnî ye.
Kurdên li Sûriyê vê yekê baş dizanin. Ew ê jibîr nekin ku rejîma Esed tiştekî wisa ji wan re pêşkêş kiribû. Di Adara 2015an de, wezîrê ragihandinê yê wê demê yê Sûriyê ragihand ku hikûmet fikirî ku xweseriya Kurdî "di çarçoveya qanûn û destûrê de" nas bike.
Di Îlona 2017an de wezîrê karên derve yê wê demê yê Sûriyê got ku dema DAIŞ têk biçe, Şam wê li ser dayîna xweseriya zêdetir ji Kurdan re bifikire. Bûyeran rê li ber van daxwazan girt û tiştekî wisa pêk nehat.
***
Lê belê, lihevhatina Colanî ya bi Kurdan re ji bo pêşerojê di nav destûra dewleteke Sûriyê ya yekbûyî û nûkirî de, dikare bibê mînakeke baş.
Her çiqas Erdogan ji bandora pêşveçûnên li Sûriyê ya li ser qada siyaseta navxweyî ya Tirkiyê aciz be jî; dibe ku bibe şahidê naskirina herêmeke Kurdî ya xweser di destûra nû ya Sûriyê de û di dawiyê de avakirina hevpeymaniyekê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê de.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.