Vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê dîsa kete rojevê: Gelo wê Trump çi biryarê bide?

Vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê dîsa kete rojevê: Gelo wê Trump çi biryarê bide?

PeyamaKurd – Piştî ku 8ê Kanûna 2024an rejîma Sûriyê ya 60 salî ya Beas û deshilata Beşar Esed hilweşiya nîqaşên mayîn û nemana hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li herêmê jî zêde bûne. Her çiqas heta niha ti biyareke zelal û eşkere ya rêveberiya Amerîkayê li ser vekişîna ji Rojhilata Navîn tune ye jî bendewariyek heye.

Herî dawî Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagonê eşkere kiriye ku hejmara leşkerên Amerîkayê li Iraqê ji hejmara berê zêdetir e û ji ber metirsiyên zêdetir hejmara hêzên wan ên li Sûriyê jî hatine zêde kirin.

Bi geşedanên dawî yên li Sûriyê re, rêkeftina Amerîka-Iraqê ya derbarê vekişîna hêzan de jî ji nû ve kete rojevê. Li gorî nirxandin û şiroveyên pisporên Rojhilata Navîn û Iraqê, ji ber guvaşên rewşa Sûriyê û herêmê dibe ku Bexda naçar bibe ji biryara vekişîna hêzên Amerîkayê yên li Iraqê paşde gav bavêje.

Lê belê dîsa jî biryara Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump tê meraqkirin ku 20 meha Çileya 2025an li Koşka Spî dest bi dewra duyem dike.

Li gorî rêkeftinê divê hêzên Amerîkî di 2025an de vekişin

Wekî tê zanîn, Iraq û Amerîka li ser vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî qonax bi qonax li hev kiribûn. Lê belê niha rewşa nû ya herêmê guherî ye û dibe ew biryar ji nû ve bê berçavkirin. Li gor rêkeftinê erkê şerê DAIŞê Îlona sala bê bi dawî dibe, lê hin hêz heta sala 2026ê jî li Iraqê dimînin.

Rewşa nû ya Sûriyê bandorê li ser mayîna Amerîka dike

Dîplomatekî berê yê Iraqê Xazî Feysel ji rojnameya El Meda re gotiye, Bexda dibe ku li tevî hemû guvaşên komên çekdar dikin jî ji biryara vekişîna hêzên Amerîkayê paşde gav bavêje û daye xuyakirin, mayîna hêzên Amerîkayê li herêmê, dibe ku j ber pêşketinên li Sûriyê û rewşa nû, guhertin di wê biryarê de bê kirin.

Xazî Feysel bal kişandiye ser analîzên Navenda Stratejîk a Amerîkayê û daye zanîn, guhertinên bingehîn li Sûriyê û reva Beşar Esed û hilweşandina sîstema desthilatiya wî, dibe ku Iraqê jî teşîq bike ji bo paş de gav bavêje di biryara bicihkirina rêkeftina vekişîna hevpeymaniya navnetewî.

Helwesta stratejîk ya Amerîka bi vegera Trump re 

Feysel gotiye, ev analîz li gel raportan hev digre, behsa wê yekê dikin, helwesta stratejîk a Amerîka ya piştî vegera Trump, guhertinên kûr ên Rojhilata Navîn pêk tên û egera destpêkirina şerekî mezin di navbera Amerîka û Îranê de ji ber bernameya atomî û herwiha zêdebûna aloziya navbera Pentagon û komên çekdar ên Iraqê, dibe ku di wê rewşê de jî guhertinê pêk bîne.

Xazî Feysel daye xuyakirin, egera wê yekê heye ku Bexda bixwaze pêwendiyên li gel Trump asayî bike, ev jî dibe sedem ku guhertin di helwesta Iraqê de, bi taybet derbarê mayîna hêzên Amerîkayê de çêbibe.

Îhtimal e Iraqê paşde gav bavêje

Feysel gotiye: “Metirsiya wegera DAIŞê û gefên terorê dibe faktorekî girîng li ser biryardana Iraqê derbarê daxwaza mayîna hêzên Amerîkayê de û herwiha gefên ewlehiyê bandora wan dibe li ser biryara dawî ya Iraqê ya derbarê mayînê yan jî vekişîna hêzên Amerîkayê de çêbibe. Ango egera wê yekê heye Iraq paşde gav bavêje ji wê biryarê û rêkeftinê, ku li gel Amerîkayê derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê li Iraqê de kiribû.”’

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.