PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Diyarbekirê Cengiz Çandar, derbarê qonaxa nû ya ku pêvajoya aştiyê û çekberdana PKKê de, agahiyên girîng parve kirin.
Çandar di bernameyeke televîzyonê de destnîşan kir ku di meha Nîsanê de derxistina yasayan ne pêkan e, lê amadekarî berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya wî, tê payîn ku pakêta yasayî ya girêdayî vê pêvajoyê di mehên Gulan an jî Hezîranê de were rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Derbarê naveroka yasayên nû de, Çandar amaje bi gavanên dîrokî kir û diyar kir ku armanc vekirina rêya "vegera ji çiya" ye daku ev kes tevlî jiyana demokratîk bibin. Di nav rojeva vê pêvajoya yasayî de, her wiha valakirina girtîgehan û vegera kesên ku li Ewropayê di sirgûnê de ne jî hene. Ev gav wekî stûnên sereke yên asayîkirina siyasî û civakî têne nirxandin ku dê rê li ber çareseriyeke mayînde vekin.
Ev geşedan di dema serdana Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ê ji Çewliga Bajarê Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê doh daxuyaniyên girîng dabûn. Yilmaz di "Civîna Karsazan " de bal kişand ser aloziyên li Sûriye û Îranê û destnîşan kir ku ji her demê zêdetir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxwe heye.
Yilmaz herwiha soz da ku hikûmet dê lezê bide pêvajoyê û bang li DEM Partiyê jî kir ku ji bo serkeftina vê qonaxê û "çekdanînê" berpirsiyariyê bigre ser xwe.