PeyamaKurd - Li navçeya Sêwereg a bajarê Rihayê ya bakurê Kurdistanê xwendekarekî bi çekê êrîşê dibistanê kir û 16 kes birîndar kir.
Li gorî agahiyan xwendekarekî li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêweregê ya Rihayê bi çekê êriş kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 mamoste, 10 xwendekar, polîsek û xebatkarê kantînê birîndar bûn.
Hat zanîn ku êriş ji hêla xwendekarekî berê yê dibistanê ve hatiye kirin û piştre jî xwe kuştiye.