Trump: Me bi Çînê re lihev kir, Hurmiz mayînde vedibe

Trump: Me bi Çînê re lihev kir, Hurmiz mayînde vedibe

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Çînê re li ser mijara Îranê gihîştine lihevkirineke stratejîk û eşkere kir ku di navbera her du welatan de peymaneke girîng a derbarê vekirina mayînde ya Tengava Hurmizê de hatiye îmzekirin.

Li gorî Trump, ev pêngav ji bo parastina aboriya cîhanê û aramkirina bazarên enerjiyê hatiye avêtin û bi vê peymanê re metirsiya girtina tengavê bi temamî ji holê rabûye.

‘Pekînê şandina çekan bo Tehranê rawestand’

Di çarçoveya vê lihevkirinê de, Trump destnîşan kir ku rêveberiya Pekînê soz daye ku ew ê êdî tu çekan nifiroşin Îranê û neşînin wî welatî. Ev biryar wekî serkeftineke dîplomatîk a Washingtonê tê dîtin ku armanc jê lawazkirina hêza leşkerî ya Îranê ye. Trump diyar kir ku di hefteyên pêş de ew ê bi Serokê Çînê Şi Cinping re bicive û tekez kir ku têkiliyên wan ên dualî bihêz in, lewma "karkirina bi hev re ji şer kirinê çêtir e."

Tevî peyamên nerm ên dîplomatîk, Trump di dawiya daxuyaniya xwe de zimanekî tund li dijî Tehranê bikar anî. Di demekê de ku Amerîkayê dorpêçeke giran a deryayî li ser benderên Îranê sepandiye, Trump hişyarî da ku heger rêyên dîplomatîk bi ser nekevin û ew neçar bimînin, Amerîka di warê şer de ji her kesî jêhatîtir û bi hêztir e. Ev daxuyanî wekî peyameke zelal a hêzê ji bo rikberên Amerîkayê yên li herêmê hat nirxandin.