Ji Middle East Forumê kampanyaya ‘Kurdan’ ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin
PeyamaKurd - Foruma Rojhilata Navîn (Middle East Forum) ku saziyeke ramyarî ya navûdengî ya Amerîkî ye û li ser Rojhilata Navîn dixebite, kampanyayeke derbarê Kurdên Sûriyeyê de da destpêkirin.
Daxuyaniya kampanyaya ji 3 rûpelan pêk tê, ji endamên Kongreya Amerîkayê û rêveberiya Amerîkayê re hatiye şandin û hatiye xwestin, Kurdên Sûriyeyê li hember êrîşên Tirkiyeyê biparêzin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku piştî têkçûna rejîma dîktator Beşar Esad a Sûriyeyê, êrîşên Tirkiyeyê li ser herêma xweser a bakurê rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) zêdetir bûne.
Hat ragihandin ku Tirkiye û hêzên cihadîst ên bi wê ve girêdayî dest bi êrîşê li ser axa di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kirine. Hate xwestin ku divê piştgirî ji bo hêzên HSDê li hember van êrîşan bê dayîn.
Ji bo dîtin û beşdariya kampanyayê hûn dikarin serdana vê lînkê bikin.
Di bangawaziya kampanyayê de ev nêrîn hatin rêzkirin:
Em bang li serokatiya Amerîkayê dikin ku van gavên jêrîn bavêje:
- Ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştgiriyeke temam bidin.
- Heke Tirkiye agirbesteke mayînde qebûl neke, Tirkiye û rêveberên wê ji ber sûcên şer bên berpirsiyarkirin.
- Li Sûriyeyê Kurd, Fileh û Elewiyên ku di bin xeterê de ne biparêzin.
- Heta ku Şama di bin rêveberiya HTŞê de rêzê li mafên kêmîneyan û jinê negire, bila di lîsteya terorê de bimîne.
- Li cem hevalbendên xwe rawestin. Cezakirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya êrîşker ji bo berjewendiyên ewlehiya neteweyî û pêşeroja Sûriyeyê xwedî girîngiyeke giyanî ye.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.