PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê îlonê bi spasnameyekê ji bo tevlî şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bûne û hevxemiya xwe diyar kirine, spasiya spasiya welatî, aliyên siyasî, berpirsên navxweyî û yên biyanî kir.
Serok Barzanî got, “Bi navê xwe û bi navê hemû endamên malbata Barzanî, gelekî spasiya welatiyên xweşdivî, aliyên siyasî, berpirsên hizbî û hikûmî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, konsul û nûnerên welatan, kesayetiyên olî, nûnerên pêkhatên neteweyî û olî, serokên hozan û kesayetiyên civakî, çandî û akademîk ên Iraq û Herêma Kurdistanê, hêzên Hevpeymanan, fermande û hêzên qehreman ên Pêşmerge, Asayîş û Polîs, rêxistinên civaka sivîl, ragihandinê û hemû çîn û tebeqeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçeyên Kurdistanê dikim, ku erk kişandin û di şîna Xwedê jêrazî (Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) de amade bûn, û bûne hevsoz û hevxemên me.”
Spasnameya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi navê xwe û bi navê hemû endamên malbata Barzanî, gelekî spasiya welatiyên xweşdivî, aliyên siyasî, berpirsên hizbî û hikûmî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, konsul û nûnerên welatan, kesayetiyên olî, nûnerên pêkhatên neteweyî û olî, serokên hozan û kesayetiyên civakî, çandî û akademîk ên Iraq û Herêma Kurdistanê, hêzên Hevpeymanan, fermande û hêzên qehreman ên Pêşmerge, Asayîş û Polîs, rêxistinên civaka sivîl, ragihandinê û hemû çîn û tebeqeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçeyên Kurdistanê dikim, ku erk kişandin û di şîna Xwedê jêrazî (Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) de amade bûn, û bûne hevsoz û hevxemên me.
Di heman demê de spasîya hemû berpirsên hikûmî û aliyên siyasî, û endamên Encûmena Nûnerên Iraqê, û kesayetî û serok hozên Iraq û Sûriyê, her wiha berpirs, kesayetî û nûnerên welatên Erebî û Kendavê, kesayetî û aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê û revenda Kurdistanî ya li derveyî welat dikim ku bi rêya birûske, peyama sersaxiyê û peywendiya telefonê ve zehmet kişandin û di şîn û xema me de beşdar bûn.
Spasîyeke taybet jî pêşkêşî welatiyên xweşdivî yên bajarokê Pîrmamê dikim ku di rojên şînê de, tevî hebûna zehmetî û qerebalixiyê, mêvandariya xelkê kirin. Her wiha destxweşiyê li erk û keda hêzên Asayîş û Polîsan dikim ku berpirsiyariya rêkxistina hatinûçûnê û parastina welatiyan li ser milê wan bû.
Hevsozî û hevbeşiya berdewam a gelê ezîz ê Kurdistanê di xem û şînên me de, her tim cihê rêz û rûmeta me ye. Hêvîdar im hemû alî ji êş û nexweşiyan dûr bin, Xwedayê mezin xêra hemû aliyan bide.
Mesûd Barzanî
8ê Îlona 2026