Şoreş Îsmaîl mizgînî da: Hemû hêzên Pêşmerge bûne yek

Şoreş Îsmaîl mizgînî da: Hemû hêzên Pêşmerge bûne yek

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekxistin û ji nû ve birêxistinkirina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bi serkeftî hatiye bidawîkirin.

Îsmaîl diyar kir ku Hêzên berê yên 70 û 80 hatine yekkirin û hemû yekîneyên leşkerî niha di bin yek fermandarî û rêveberiya nû de tevdigerin.

Wezîr Îsmaîl da xuyakirin ku her du herêmên fermandariya leşkerî yên herêmê bi fermî dest bi xebatên xwe kirine û ev destkeftî wekî gaveke dîrokî binav kir.

Şoreş Îsmaîl her wiha spasiya Serok, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û her wiha qala piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya di vê pêvajoyê de kir û bang kir ku alîkariyên navneteweyî di qonaxa nû de jî bên domandin.