PeyamaKurd - Di merasîma yekxistina hêzên Pêşmerge de, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ragihand, îro gelê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge li ber werçerxaneke dîrokî ne; ji ber ku xewna şehîdan û xeyala azadiya niştiman bûye rastiyeke mayînde û damezraweyî.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro bi serbilindî ve tevahiya cîhanê û gelê Kurdistanê agahdar kir ku proseya yekxistina hêzên pêşmerge di bin sîwana niştimanî û serkêşiya Wezareta Pêşmerge de, bi awayekî serkeftî û bi şêwazekî serdemiyane bi dawî bûye.
Şoreş Îsmaîl pîrozbahiya vê destkeftê pêşkêşî cemawerê dilsoz ê Kurdistanê, Pêşmergeyên leheng û malbatên serbilind ên şehîdan kir.
Şoreş Îsmaîl destnîşan kir ku "artêşa yekgirtî ya niştimanî, parêzvana gel, ax û welat e" û diyar kir ku biserxistina vê proseya neteweyî, berhema vîneke polayî ya niştimanî ye, ku ji roja yekem a destbikarbûnê ve bi rêya nexşerêyeke hûrbîn a akademîk û serdemiyane di çarçoveya proseya çaksaziyê de kar ji bo wê hatiye kirin.
Pêngavên vê proseyê di salên borî de ber bi pêkanîna xewna ji mêj ve ya miletê me ya ji bo hebûna artêşeke yekgirtî bûn.
Wezîrê Pêşmerge tekez kir, Pêşmerge sermiyaneke neteweyî ye û pêwîst e ev sermiyana buha ji vir û pê ve di nava artêşa yekgirtî ya Kurdistanê de reng bide û wekî hêzeke polayî bo parastina gelê Kurdistanê bimîne.
Rêya yekxistina hêzên Pêşmerge dagirtî bû ji asteng û dijwariyên mezin; ji kêşeyên komkirî yên salên borî bigire heta digihîje aloziyên siyasî û ewlehiyê.
Şoreş Îsmaîl got: "Wekî tîmeke niştimanî li Wezareta Pêşmerge, me karî em hemû astengan derbas bikin û serkeftineke mezin ji bo gelê Kurdistanê tomar bikin."
Wezareta Pêşmerge bi awayekî berdewam bi rêya civînên navxweyî û hevahengiya bi hevkarên navneteweyî, kar ji bo biserxistina vê proseyê kiriye.
Di encamê de, hêzên Pêşmerge di çarçoveya 11 fîrqeyên leşkerî, du hêzên piştgiriyê, yekîneya komando û du deverên serbazî de ji nû ve hatine rêxistinkirin.
Bi pêkanîna vê gavê, Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke serdemiyane, pîşeyî û niştimanî ku tenê di bin ala Kurdistanê û di çarçoveya biryareke yekgirtî ya fermandehî û kontrola Wezareta Pêşmerge de erkên xwe bicih tînin.
Şoreş Îsmaîl bal kişand ser wê yekê ku ew xewna ku ji sala 1976an ve li çiyayên serkêş ên Kurdistanê dest pê kiribû, îro bûye keleheke piştrast û aram ji bo tevahiya gelê Kurdistanê.
Di dawiya gotara xwe de, Wezîrê Pêşmerge tekez kir, ev destkeft ji bo pêkanîna armancên bilind ên wî miletî hatiye bidestxistin ku çemek ji xwînê di vê oxirê de daye û bi sedan keç û xortên wî di nava çeperan de canê xwe feda kirine.