PeyamaKurd - Îro berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Îranê ji navbeynkaran pêşniyarên ji bo agirbest û kêmkirina rageşiya bi DYAyê re wergirtine.
Bekayî bersiva pirsek li ser hebûna pêşniyarên agirbestê bi DYAyê re da û got: "Pêşniyar hene û me ew wergirtine, lê ez ê nekevim nav hûrgiliyan.”
Bekayî diyar kir ku navbeynkar ji bo kêmkirina rageşiya ku di Tîrmeha îsal de di navbera Tehran û Washingtonê de zêde bûye, dixebitin.