PeyamaKurd - Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê hişyarî da welatên Rojhilata Navîn ku ax û qada xwe ya asmanî ji bo êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê bikar neynin, nexwe ew ê bibin armanca bersivdayîna leşkerî ya Tahranê.
Ev hişyarî piştî gefên Serokê DYAyê Donald Trump û piştî êrişên mûşekî yên Supaya Pasdaran li ser baregehên Amerîkayê yên li Urdunê (ku wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê hatibûn kirin) hat ragihandin.
Îranê tekez kir ku heke êrişên DYAyê berdewam bikin, bersiva wan dê "gelekî tundtir" be.
Di heman demê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî bal kişand ser piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo mueyîdeyên Amerîkayê û YE bi "têkçûna exlaqî û bêdesthilatiya siyasî" tawanbar kir.
Beqaî diyar kir ku Ewropa li şûna parastina serweriya xwe, bûye amrazê sepandina polîtîkayên neyasayî yên Washingtonê û rêgezeke nakok li hember aramiya herêmê peyda dike.