Mesrûr Barzanî berteka tund nîşanî êrîşa dronî ya Îranê da: Em ranawestin

Mesrûr Barzanî berteka tund nîşanî êrîşa dronî ya Îranê da: Em ranawestin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berteka tund nîşanî êrîşa dronî ya Îranê da ku îro danê sibehê bi dronên Hedîd-110 êrîşî baregeha li Pîrmamê hatibû kirin.

Serokwezîr Barzanî ragihand ku li gorî lêkolîn û zanyariyên piştrastkirî yên Dijêterora Kurdistanê, ofîsa wî ya taybet û cihê hewandinê yê Rêveberê Ajansa Parastinê bûne hedef.

Barzanî li ser medya civakî peyameke belav kir û got ku eew van êrîşên neheq û nayên qebûlkirin bi tundî şermezar dikin û da zanîn ku ev kiryar gaveke gelekî xeter e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û îstiqrara Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqez kir ku ev cûre êrîş û zext tu carî nikarin wan di pêkanîna erkan û parastina welatiyan de rawestînin.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ew ê li ser riya xwe û bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên neteweyî û nîştimanî bi biryardarî berdewam bin.