Partiya Gel a Turkmenî bertek nîşanî daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê da: Madeya 140 zindî ye

Partiya Gel a Turkmenî bertek nîşanî daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê da: Madeya 140 zindî ye

PeyamaKurd - Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Gel a Turkmenî li ser daxuyaniyên dawî yên Parêzgarê Kerkûkê yên derbarê Madeya 140î de peyamek belav kir û ew helwest red kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nîşandana Madeya 140î wekî çavkaniya pirsgirêkan paşveçûnek e ji bingehên destûrî û dîrokî.

Partiyê tekez kir ku ev made beşeke bingehîn a Destûra Iraqê ye ku bi dengê milyonan welatiyan hatiye pejirandin û ji bo çareserkirina encamên siyaseta erebkirinê, guherîna demografiyê û zeftkirina erd û zeviyên xelkê resen hatî danîn.

Hat ragihandin ku siyasetên rejîmên berê ne tenê pêkhateyek, belkî rastserast Turkmen jî kirine armanc û mal û milkên wan zeft kirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyakirin ku nabe mafên Kurd, Turkmen û hemî pêkhateyên resen ên Kerkûkê bibin qurbanî hevrikiyên siyasî û berjewendiyên partiyan. Partiya Gel a Turkmenî diyar kir ku Madeya 140î heta ku bête bicihanîn madeyeke zindî ya destûrê ye û ji bo vegerandina mafan yekane rêya çareseriyê ye.

Di dawiyê de bang li hemî hêzên siyasî û Hikûmeta Federal a Iraqê hat kirin ku li beranberî her hewldana lawazkirina destûrê helwesteke zelal werbigirin û nehelin ku daxuyaniyên bi vê rengî zirarê bidin pêkvejiyana civakî ya li Kerkûkê.