PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz bertekeke tund nîşanî serkirdeyê mixalefetê û Sererkanê berê Gadi Eisenkot da û banga wî ya ji bo fermandarên artêşê ku guh nedin fermanên Serokwezîr Benjamin Netanyahu wekî gavên "li dijî demokrasiyê" bi nav kir.
Katz li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê ragihand ku daxuyaniyên Eisenkot ji rastiyê dûr in û tewş in. Ev alozî piştî axaftina Eisenkot derket holê ku tê de diyarkiribû Netanyahu rewatiya xwe winda kiriye û divê artêş xizmeta dewletê bike, ne xizmeta serokwezîr.
Ev nakokiyên siyasî di demekê de ne ku di nava raya giştî de nîqaşên li ser êrişên leşkerî yên dijî Îranê zêde bûne.
Li gorî agahiyên medyayê, beriya hilbijartinan Sererkan Eyal Zamir dijberiya xwe li hember planên lêdana tesîsên nukleerî yên Tahranê nîşan dabû.
Wezîrê Parastinê Israel Katz hebûna van nakokiyên navxweyî red kir û daxuyaniyên Eisenkot wekî "kampanyayeke derewan" pênase kir.