Pêngava Mesrûr Barzanî ji bo malbatên şehîdan

Pêngava Mesrûr Barzanî ji bo malbatên şehîdan

PeyamaKurd - Arêşeya Tapokirina Erdên 400 Malbatên Şehîdan Li Hewlêrê Hat Çareserkirin

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, astengiya qanûnî ya li ber tapokirina erdên nêzîkî 400 malbatên şehîdan li Hewlêrê bi dawî bû.

Li gorî biryara ku di 31ê Tebaxa 2026an de hatî derxistin, yekîneyên xwecihbûnê yên ku berî sala 2007an li ser malbatên şehîdan hatibûn belavkirin wekî "bexşkirin" hatin hejmartin.

Berpirsê Pişka Ragihandin û Peywendiyan li Rêveberiya Karûbarên Şehîdan a Hewlêrê Rêber Osman, roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên vê pêngavê aşkere kirin.

Rêber Osman qonax û paşperdeya vê biryarê bi van xalan ronî kir:

Di salên 2002-2004an de li taxa Serweran, Bineslaweyê û Kesnezanê xanî û şuqe li ser malbatên şehîdan hatibûn belavkirin; di salên 2013-2014an de jî li gundê Baxemreşehab erd li ser wan hatibûn dabeşkirin.

Li gorî qanûnê mafê malbatên şehîdan tenê carekê hebo ku xanî yan erd wergirin.

Ji ber ku hin malbatan berê xanî wergirtibûn û paşê erd jî ji bo wan derketibû, di tapokirina erdên wan de astengiyên qanûnî çêbûbûn.

Bi biryara nû ya Mesrûr Barzanî, xaniyên berî 2007an wek bexşîn hatin qebûlkirin û rê li ber tapokirina erdan hat vekirin.

Her wiha ev malbat ji aliyê şaredariyê ve ji hemî bacan jî hatin efûkirin.