PeyamaKurd -
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî da malbat û kesukarên qurbaniyên lehiya şeva borî ya li bajarê Hewlêrê.
Mesrûr Barzanî di rêya peywendiyeke telefonî de ligel malbatên Mihemed Resûl û Mistefa Serkewt ku jiyana xwe ji dest dabûn re axivî û hevxemiya xwe ya kûr gihand wan.
Her wiha hat diyarkirin ku Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi nûneratiya Serokwezîr beşdarî her du sersaxiyan bûye û srsaxî daye malbatên qurbaniyan.