YE cezayên li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê dirêj kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku cezayên ku li ser rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê û herwiha kes, kom û rêxistinên girêdayî wan hatine sepandin, heta 31ê Cotmeha 2026an hatine dirêjkirin.
Yekîtiya Ewropayê cezayên ku li ser rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê û herwiha kes, kom û rêxistinên girêdayî wan hatine sepandin, heta 31ê Cotmeha 2026an dirêj kiriye.
Daxuyaniya Konseya YEyê diyar kir ku 15 kes û heft komên ku niha di lîsteya cezayan de ne wê ji vê biryarê bandor bibin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku cezayên ku li ser rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê, û herwiha kes, kom û rêxistinên girêdayî wan hatine sepandin, heta 31ê Cotmeha 2026an hatine dirêjkirin. Herwiha hat gotin, "YE pabend e ku li dijî kesên ku bi plansazkirin, fînansekirin û pêkanîna êrîşên terorîstî û bi belavkirina propagandaya terorîstî li çaraliyê cîhanê gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwin, tedbîran bigire."