Lavrov: NATO, Washingtonê ji rêya Aştiyê ya Ûkraynayê dûr dixe

Lavrov: NATO, Washingtonê ji rêya Aştiyê ya Ûkraynayê dûr dixe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Sêşemê li Mînskê ragihand ku welatên NATOyê zextê li Washingtonê dikin da ku ji çareseriya aştiyane ya krîza Ûkraynayê dûr bikeve. Di axaftina xwe ya li Konferansa Ewlehiyê ya Avrasyayê de, Lavrov îdia kir ku hevalbendên Ewropî yên Amerîkayê "bi piştgiriya çek û darayî, şerê li Ûkraynayê dirêj dikin."

Lavrov got, "Gelek hikûmetên li Ewropayê hewl didin ku rêveberiya Amerîkayê ji çareserkirina krîza Ûkraynayê û sedemên wê yên bingehîn li ser maseya danûstandinan dûr bixin."

Wezîrê Rûsî amaje bi lûtkeya navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin a li Anchorage, Alaska kir û hêviya xwe anî ziman ku Trump dê "bi dilsozî pabendî çareserkirina krîza Ûkraynayê be" li gorî "prensîbên ku di Lûtkeya Anchorage de hatine danîn." Piştî wê lûtkeya di Tebaxê de, ku bêyî rêkeftineke fermî bi dawî bû, Trump ji nêzîkatiya "pêşî agirbest" dûr ketibû û berê xwe dabû danûstandinên rasterast ji bo çareseriyeke berfirehtir, ku ev yek nêzîkî daxwazên demdirêj ên Moskowê bû.

Daxuyaniyên Lavrov di demekê de tên ku têkiliyên di navbera Moskow û Washingtonê de dîsa aloz bûne. Hefteya borî, lûtkeyeke plankirî ya di navbera Trump û Pûtîn de li Bûdapeştê hate betalkirin. Trump sedema betalkirinê wekî "wext windakirin" bi nav kir û got ku hevdîtineke nû tenê dê pêkan be eger Pûtînn"nîşan bide ku ew ji bo lihevkirineke watedar vekirî ye." Qesra Spî jî ragihand ku hevdîtin ji ber ku Rûsya ji "helwêsta xwe ya tund" venegeriyaye, hatiye rawestandin. Lavrov di axaftinên xwe yên dawî de bi berdewamî "bazên Ewropî" û Ûkrayna bi têkbirina hewlên aştiyê tawanbar dike û dibêje ku ew zexteke "bêhempa" li Washingtonê dikin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Lavrov tekez kir ku Rûsya ti niyeta êrîşkirina ser welatekî endamê NATO yan Yekîtiya Ewropayê nîne. "Me ev yek gelek caran gotiye: Niyeta me ne niha û ne jî berê hebûye ku em êrîşî welatekî endamê NATO an YEyê bikin. Em amade ne ku vê helwêsta xwe bi garantiyên ewlehiyê yên pêşerojê piştrast bikin," wî got.

Lavrov her wiha fikarên Moskowê derbarê zêdebûna çalakiyên NATOyê li herêma Arktîkê anî ziman û rexne li hewlên hevalbendiyê yên ji bo berfirehkirina nifûza xwe li herêma Asya-Pasîfîkê girt. Wî got, "Milîtarîzekirina herêmeke ku welatên biaqil dixwazin wekî herêmeke aştî û hevkariyê biparêzin, xeter e."

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.