Serok Barzanî hişyarî dide: Çanda Enfalê li Iraqê hîn jî asteng e
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, di axaftineke bi bandor de, ragihand ku zîhniyeta li pişt jenosîda Enfalê hîn jî di nav hin aliyên siyasî yên Iraqê de zindî ye û ev yek wekî sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de destnîşan kir. Di 5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya li ser Jenosîda Kurdan de, Barzanî tekez kir ku heta ev çand neyê ji holê rakirin, dê aloziyên siyasî berdewam bikin.
Serok Barzanî çareseriyê di pabendbûna bi destûra federal a Iraqê de dibîne û got: "Divê destûr bibe hakemê tekane di navbera me û Bexdayê de. Eger wisa be, tu pirsgirêk namîne. Lê mixabin, em dibînin ku hestên şexsî û çanda ku Enfal afirand, serdest in. Divê ev zîhniyet li Iraqê bi dawî bibe."
Di axaftina xwe de, Barzanî tawanên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd bi bîr xist, ji windakirina 12,000 ciwanên Kurdên Feylî û jenosîda Barzaniyan bigire heta kîmyabarana Helebçeyê û fermana li ser Kurdên Êzidî. Wî îdiayên giran anî ziman û got, "Li gorî agahiyên me, gelek ciwanên Feylî û Barzanî birine herêmên Akaşat û Qaîmê û li wir çekên kîmyewî li ser wan ceribandine."
Tevî van tawanên hovane, Serok Barzanî mezinahiya gelê Kurd di Serhildana 1991an (Raperîn) de destnîşan kir. Wî got, "Du lîwayên artêşa Iraqê bi temamî ketin destê Pêşmerge û gel, lê yek leşkerekî iraqî nehat kuştin û heqaret li wan nehat kirin. Ev derseke mezin bû ji bo mirovahiyê, lê mixabin cîhanê qîmeta wê nizanî."
Bang ji bo naskirin û pêşerojê
Di dawiya axaftina xwe de, Serok Barzanî bang li parlamentoya Iraqê û civaka navneteweyî kir ku jenosîda Kurdan bi fermî nas bikin. Wî her wiha peyamek da nifşên nû ku "bihayê azadiyê bizanibin" û malbatên qurbaniyan piştrast kir ku "ew ne bi tenê ne û sembola rûmet û berxwedana neteweyekê ne."
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.