Dîplomasî li hemberî gefa şer: Amerîka û welatên Ereb li Bêrûdê ne
PeyamaKurd – Di demekê de ku aloziyên ser sînorê Îsraîl-Lubnanê gihîştine lûtkeyê, paytexta Lubnanê bûye qada hewldanên dîplomatîk ên dijwar. Şandeyên payebilind ên ji Amerîka û welatên Ereb ji bo gotûbêjkirina bêçekkirina Hizbullahê û kêmkirina metirsiya şerekî berfireh li Beyrûtê ne, di heman demê de Îsraîl êrîşên xwe yên leşkerî zêde dike û Washington hişyariyên tund dide.
Cîgira Nûnera Taybet a Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn, Morgan Ortagus, û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebû el-Xeyit, ji bo hevdîtinên cuda bi Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun û rayedarên din re gihîştin Bêrûdê. Armanca sereke ya van serdanan, zêdekirina zextê li ser Hizbullahê ji bo radestkirina çekên xwe û piştrastkirina serweriya Lubnanê li hemberî destwerdanên derve ye. Di vê çarçoveyê de, Misir jî bi rêya Balyozê xwe Alaa Musa û Serokê Îstîxbaratê Hesen Reşad amadehiya xwe ya ji bo navbeynkariyê nîşan daye.
Serdana Ortagusê piştî gerra wê ya li ser sînorê Lubnanê bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz re pêk tê. Washingtonê peyameke zelal daye hikûmeta Lubnanê û hişyarî daye ku "Eger Hizbullah çekan daneyne, dibe ku Îsraîl tedbîrên yekalî bigire û encamên wê dê giran bin."
Li gel tevgera dîplomatîk, çalakiyên leşkerî jî li qadê didomin. Artêşa Îsraîlê di hefteyên dawî de êrîşên xwe yên hewayî li rojhilatê Lubnanê zêde kirine. Di êrîşên herî dawî de sê kes hatin kuştin û berpirsê dabînkirina çekan ê Hizbullahê Elî Huseyîn El-Mûsewî jî hate hedefgirtin.
Ji aliyê din ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku artêşa Lubnanê, li gorî peymana agirbestê ya Mijdara 2024an, li başûrê welêt bi hezaran roket, mûşek û cebilxaneyên Hizbullahê jinav birine.
Li hemberî van hemû bangan, Hizbullah li ser helwesta xwe bi israr e. Cîgirê Sekreterê Giştî yê rêxistinê, Neîm Qasim, di daxuyaniyekê de ji televîzyona El-Manar re daxwazên ji bo bêçekbûnê red kir û got, "Çekên me ji bo parastina welatê me ne û beşek ji mafê me ne." Wî her wiha da zanîn ku ew şer naxwazin, lê ji bo bersivdana her êrîşekê amade ne.
Rewşa li herêmê di navbera hewldanên dîplomatîk ên ji bo aştiyê û zêdebûna gavên leşkerî de diçe û tê, ku ev yek metirsiya şerekî berfireh zêdetir dike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.