Peyamên biratiya Kurdan mohra xwe li Newroza Diyarbekirê da!

PeyamaKurd – Ahenga herî mezin a Cejna Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê 21ê Adarê bi beşdariya sed hezaran kesan li Diyarbekirê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Cara yekem di ahenga Newroza Amedê de, şandên Herêma Kurdistanê ji hemû aliyên siyasî beşdarî kirin û peyamên biratiyê û piştevaniya proseya aştiyê ya ku ev demeke hatiye destpêkirin dan.
Peyama Serok Barzanî hate xwendin
Cara yekem di Newroza Diyarbekirê de, peyama Serok Mesûd Barzanî hate xwendin ku ji ber rola wî ya di pêvajoyên dîyalogê de, bandoreke mezin li ser girseya beşdarên Newrozê û hemû aliyên siyasî yên Kurd kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye îsal ji salên borî zêdetir Alayên Kurdistanê li qada Newrozê hatin hilgirtin û piraniya peyamên cejnê jî li ser aştî û biratiya Kurdan bûn.
Ji bilî deh hezaran xelkê Diyarbekirê, ji bajarê derdorê û heta ji welatên derve jî beşdariyeke xurt bo Newroza Diyarbekirê hebû û heta dawiya ahengê jî bi dîlan û govendan cejn hate pîrozkirin.
Herwiha şandên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Goranê jî di ahenga Newrozê de beşdar bûn û peyamên piştgiriyê dan xelkê Bakurê Kurdistanê.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe de piştevaniyeke xurt da pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û got: “Di vê roj û cejna pîroz de, ji dil û can we hemûyan silav dikim. Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza aştî û aramiyê. Cejn û sersala we pîroz û bi xêr be, hûn her hebin.”
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




