Japonyayê ceza li ser keçên Vladîmîr Putîn û jin û keça Sergey Lavrov jî sepand

Japonyayê  ceza li ser keçên Vladîmîr Putîn û jin û keça Sergey Lavrov jî sepand

PeyamaKurd Japonyayê di çarçoveya sizayên li dijî Rûsyayê de, 398 kes xist lîsteya sizayan û di nav wan de Maria Vorontsova, Katerina Tikhonova û Maria Lavrova jî hene.

Wezareta Karên Derve ya Japonyayê ragihand, ceza li ser keçên Vladîmîr Putîn û jin û keça Sergey Lavrov tên sepandin û mal û milkê wan tên rawestandin.

Herwiha Wezaretê eşkere kir, Tokyo li hember rewşa Ukraynayê, her du bankên Rûsî “Sberbank” û “Alfa Bank” xistine lîsteya cezayan, ew ê danûstandinên bi wan re bêne qedexekirin.

Ajansa nûçeyan “Kyodo” li ser zarê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Japonyayê Koichi Hagiuda jî destnîşan kir, qedexekirina hinartina hin cureyên dar, hin makîneyan û alkolê ji Rûsyayê wê di 19ê Nîsanê de bikeve warê cibicîkirinê.

Herwiha ajansê li ser zarê Wezîrê Aborî û Bazirganiyêt: “Em ê bi civaka navdewletî re, di nav de jî welatên G-7, tedbîrên guncaw bigirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin