PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed (bi hejmara 32557 û li ser dîroka 15ê Cotmeha 2026an), biryara lêborîn û daxistina ji %75 a cezayên derengmayîn û biserçûna vîze û mafê rûniştinê ji bo welatiyên biyanî da.
Ev biryar wan welatiyên biyanî vedigire yên ku bi rêyên fermî û qanûnî hatine nav xaka Herêma Kurdistanê, lê ji ber sedemên cihêreng nekarîne mafê rûniştinê an vîzeya xwe di dema xwe de nû bikin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ew welatiyên biyanî yên ku ev biryar wan li xwe digire, dikarin heta 31ê Kanûna 2026an serdana rêveberiyên rûniştinê (îqame) bikin.
Di çarçoveya vê fermanê de, dema serdanê tenê ji %25ê tevahiya cezayê darayî yê derengmayînê ji wan tê wergirtin.