Jeff Bezos got ku plan dikin li ser hîvê baregehekî mayînde ava bikin

Jeff Bezos got ku plan dikin li ser hîvê baregehekî mayînde ava bikin

PeyamaKurd – Avakerê Amazon û Blue Originê Jeff Bezos ragihand ku dixwaze di şûna ji bo wezîfeyên demên kurt de na lê ji bo demen dirêj baregehekî mayînde û ji aliyê aboriyê de karibin bimeşînin li ser hîvê ava bikin.

Bezos got ku di sala 2028an de dikarin mirov bişînin ser hîvê û baregeha ser hîvê ya ku deynin, dê ji bo wezîfên Marsê karibin wekî pêplûke bikarbînin.

Bezos axaftina xwe ji bo Fox Newsê kir û got wezîfa wan ji bo ser hîvê li gor berê dê mesrefên wan kêmtir be. Hedefa wan ya ji bo hîvê ji bo demekî dirêje û weha dewam kir:

“Ji bo bimînin em ê bişînin hîvê. Ne ji bo hema karekî bikin û dagerin. Wê baregehî rasteqîne û mayînde bê avakirin. Rêya ku em hîvê keşf bikin û tiştnên balkêş bibînin ev e.”

Bezos bernama hîvê ya sala 1969an û ya sala 2028an qiyas kir û got ji bo sala 1969an ji dahata me ya Amerîkayê ya ne safî %3 çû. Ji bo em baweriya şandina mirovan ya sala 2028an bikin her sedem heye.

Bezos di xebatên fezayê de behsa Çînê jî kir û got:

“Divê em li pêşiya Çînê bin. Berya Çînê em bigihên hîvê. Ez bawerim em ê berê bigihên hîvê.”

Blue Origin, ortaxê bazirganî yê bernama Artemîsê ya NASA ye. Şîrket di çarçova bernama Artemis V yê de, ji bo astronotan bibin ser hîvê, sîstema daxistina bi mirovan çêdikin.