Jeffrey: Biden ji bo Erdogan glopa kesk ya êrîskirina ser Rojava vênexist!

Jeffrey: Biden ji bo Erdogan glopa kesk ya êrîskirina ser Rojava vênexist!

PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Amerîka yê berê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li ser hevdîtina Biden û Erdogan a li Romayê got, serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşên muhtemel ên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê glopa kesk bo Erdogan vênexistiye.

James Jeffrey ji kanala Alhurra re daye xuyakirin, serok Joe Biden destûr neda Tirkiyê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê ango li ser herêmên di bin kontrola HSDê de pêk bîne û û destnîşan kir, Washington dev ji hevkariya ligel HSDê bernade.

James Jeffrey herwiha gotiye, di pratîkê de hevkariya di navbera hêzên Amerîka û HSDê de berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin