PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê taybet James Jeffrey ragihand ku hêzên hewayî yên rejîma Sûriyê û balafirên şer yên Rûsyayê di van 3 rojên dawiyê de, li Idlibê 200 êrîşên hewayî pêkanîne. Jeffrey dibêje ku li bakûrê rojavayê Sûriyê li dora 700 hezar kes ji cîh û warên xwe hatine kirin û ber bi Tirkiyê de diçin. Dibe ku ev bûyer bibe sedema krîzeka navdewletî.
James Jeffrey li Brukselê di brîfîngekî de axifî û got eger rejîma Esed car din çekên kîmyewî bikarbîne, hemû bijarteyên wan li ortê ne û weka berê çawa kirin, wê karibin mudaxeleyekî leşkerî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin