PeyamaKurd – Li gor ragihandina malpera înternetê ya Dawnê; rêvebiriya herêmê ya Afetê ya Pakistanê ragihandiye ku li eyaleta Hayber Pakhtunkhwayê li hinek deveran baran bariyaye û hinek xanî ji ber baranê roxiyane û hinek rê hatine girtin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li devera Şanglayê 3 zarok, li devera Bajurê zarokekî û zilamekî ji ber roxandina xanî û lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li temamê eyaletê 5 heb zarok bi temamî 8 kes birîndar bûne û 2 zarok jî heya niha wenda ne. Bi sedema tedbîrên ewlehiyê dewletê hinek rêyan girtiye da zerar negihê ti kesî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin