Ji ber bê ûsûl ji hev derbas bûn 2 otomobîl firiyan newalê

Ji ber bê ûsûl ji hev derbas bûn 2 otomobîl firiyan newalê

PeyamaKurd – Li bajarê Bursayê li navça Osmangaziyê bi sedema 2 erebe xwestin bê ûsûl ji hev derbas bibin, bûn sedema qezayê û 2 erebe firiyan newalê. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza seet li dora 22.00an de li taxa Yunuseliyê li ser rêya Kanalboyu çêbû. Li ser agahdarkirina polîsan, îtfaiye, tîmên tenduristiyê û AFAD çûn ciyê rûdanê. Erebeyan ji newalê derxistin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên cuda yên bajêr.