PeyamaKurd - Li welatê Kanadayê ji ber bilindbûna pileya germê, heta niha 130 kesan can daye.
Berpirsên tendirûstîyê yên navçeya Vancouver a Kanadayê ragihandine ku di dema çend rojên derbasbûyî de pêleke germa zêde dest pê kiriye û bûye sedema mirina gelek kesan.
Bilindbûna pileya germê ji roja Înê ve destpê kiriye û roja Sêşemê pileya germê li navçeya British Columbia ya bakurê Kanadayê jî gihîştiye 49.5 pileyan.
Polîsê Kanadayê ragihandiye, ew texmîn dikin germa zêde bûye sedema mirina 65 kesan li bajarê Vancouverê bûye.
Di heman demê de, taxa Burnaby, bi kêmî ve 34 mirinên ji nişka ve ragihand û li devera Surey jî 38 mirin hatine tomarkirin.
Berpirsekî polîsê Kanadayê Steve Addison gotiye: “Vancouver qet germiyek bi vî rengî nedîtiye û mixabin bi dehan kes ji ber wê mirine.”
Steve Addiosn daye xuyakirin: “Karmendên me westiyayî ne, lê em hêj jî her tiştê ku ji destê me bê dikin, ji bo parastina xelkê.”
Pisporên keş û hewayê bilindbûna pileyên germê bi roja guşara hewayê ve girê didin ku navçeyên rojava û bakurê rojavayê Amerîka û Kanadayê li xwe girtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin