Ji ber talûka teqîna tanka kîmyewî 40 hezar kes tehliye kirin

Ji ber talûka teqîna tanka kîmyewî 40 hezar kes tehliye kirin

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta California li bajarê Garden Grovê, di tanka maddên kîmyewî ku tê de depo dikin de, ji ber talûke heye di tankê de teqîn bibe, li dora 40 hezar kesî ji derdora tankê tehliye kirin.

Di tanka navborî de maddeyên jehrê tê depokirin. Ji ber tank zêde germ bûye talûka teqîna wê heye. Agahiya talûka teqîna tankê di 21 ê Gulanê de hatiye dayîn û heya nika pêwendîdar dixebitin da talûka teqînê ji holê rakin.

Ji ber talûkê hêj berteref nekirine 40 hezar kesên li der û drê mecbûren tehliye kirin. Tanka ku di tesîsa hilberînê ya GKN Aerospace de ye, bi sedema di vana wê ya tehliyê de xesar heye û nikaribûn tamîr bikin, di mudaxeleya ewilî de nikarbûne bixin bin kontrolê.

Îtfaiye xebitiye ku tankê bicemidîne û di mijara sarkirinê de heya niha serkeftîne.