"Ji bo Komarparêzan ne seveke bas bû"

"Ji bo Komarparêzan ne seveke bas bû"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê serkeftina Zohran Mamdani ya li New Yorkê nirxand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku namzedê Demokrat Zohran Mamdani di pêşbirka şaredariya bajarê New Yorkê de bi ser ket, encamên hilbijartinê nirxand. Trump di taştêya Qesra Spî de bi endamên Komarî yên Kongreyê re axivî û diyar kir ku encam ji bo Partiya Komarî "ne baş" bûn.

Trump got, "Şeva borî ne dihat hêvîkirin ku serkeftinek ji bo Komarparêzan be. Ez nafikirim ku ji bo Komarparêzan baş bû. Ez nafikirim ku ji bo kesî baş bû, lê me êvarek balkêş derbas kir û gelek tişt fêr bûn."

"Girtina hikûmetê faktorek neyînî ye"

Trump bandora girtina hikûmetê ya berdewam li ser encamên hilbijartinê nirxand.
"Ez dixwazim li ser tiştê ku divê em li ser vê bikin û girtina hikûmetê çawa bi şeva borî ve girêdayî ye nîqaş bikim. Li gorî anketan, girtina hikûmetê faktorek neyînî ya mezin bû ji bo Komarparêzan."

Trump, diyar kir ku girtina hikûmetê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku niha di roja xwe ya 36an de ye, di dîroka welêt de ya herî dirêj e û sûcdarî xist stûyê Partiya Demokrat:

"Em di nav girtina hikûmetê ya karesatbar de ne ku ji hêla Demokratan ve hatiye organîzekirin. Ev niha bi fermî girtina hikûmetê ya herî dirêj di dîroka Amerîkayê de ye."

Yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê

Li gorî encamên nefermî, Zohran Mamdaniyê 34 salî, ku li Ugandayê ji dayik bûye, bû "Misilmanê herî ciwan û yekem ku di sedsala dawî de bajarê herî mezin ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêve bir".

Li gorî CBS News, di hilbijartinê de beşdariya dengdêran a herî bilind li New Yorkê ji sala 1969an vir ve çêbû, ku zêdetirî 2 mîlyon dengdêran dengê xwe dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin