Ji Bolton berî serdana Tirkiyê daxuyanî: Ji bo parastina sirîkên me...

Ji Bolton berî serdana Tirkiyê daxuyanî: Ji bo parastina sirîkên me...

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Koşka Spî John Bolton piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê, serdana Tirkiye û Îsraîlê dike.

Hat diyarkirin ku dê Bolton rewşa Kurdan - Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û kordînasyona bi Tirkiyê re gotûbêj bike.

John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî da:

“Li ser mijarên; vekişîna Amerîkayê, ji nû ve derneketina holê ya DAIŞê, parastina şirîkên me yên ligel me şer kirin (Kurd-Rojava) û têkoşîna dijî çalakiyên xerab ên Îranê li herêmê, ji bo xebat û gotûbêjkirina ligel hevpeymanên me li ser van mijaran em diçin Tirkiye û Îsraîlê.”

Bolton di daxuyaniya duyem de jî da zanîn ku dê Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford jî ligel wî di hevdîtinan de cî bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin