Ji CHPê yekem berteka girtina Îmamoglu

PeyamaKurd - Serokwekîlê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Parlamentoya Tirkiyeyê Alî Mahîr Başarir, piştî biryara girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu yekem daxuyaniya fermî ya partiyê da.
Başarir bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Dê hesabê vê bidin.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, wiha got: “Dê hesabê vê bidin. Dê nekarin pêşeroja van zarokan tarî bikin. Dema me dengê xwe dida biryar hate dayîn. Duh li vî welatî weşana zindî nehate kirin. Televîzyon hatin reşkirin, siyasetmedar hatin girtin. Kenan Evren jî ev nekiribû. Dê hesabê vê bidin.”
Çi bûbû?
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji ber du lêpirsînên cuda yên gendelî û terorê (lihevkirina bajar) 19ê Adarê hatibû binçavkirin îro danê sibehê derkete pêşberî dadgehê. Tevî Îmamoglu 92 kes ji rêveberên şaredariyê hatibûn binçavkirin ku hejmarek zêde ji wan hatin girtin.
Îmamoglu jî bi biryara dadgehê hate girtin. Îmamoglu ji lêpirsîna terorê ya derbarê 'lihevkirina bajar' de ku di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2023yan de bi DEM Partiyê re tifaq kiribû, serbest hate berdan, lê belê ji doza gendeliyê jî biryara girtina wî hate dayîn.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




