PeyamaKurd - Piştî biryara dadgehê ya betalkirina kongreya Partiya Gel a Komarî (CHP) û dûrxistina Ozgur Ozel ji posta Serokatiya Giştî, şandeke bilind a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) serdana Ozgur Ozel li jûra wî ya parlamentoyê kir.
Hevdîtin di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan de pêk hat. Di nav şandeya DEM Partiyê de Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Wekîlê Serokê Komê Sezai Temellî û Alîkarê Hevserokan ê Berpirsê Birêvebiriyên Xwecihî Mehmet Ruştu Tiryakî cih girtin.
Hêjayî gotinê ye, piştîi biryara dadgehê Kemal Kilicdaroglu ji nû ve wekî serokê CHPê hate destnîşankirin ku ev biryar rastî bertekan hatiye û DEM Partî jî piştgiriyê de rêveberiya Ozgur Ozel a CHPê.