Ji Erdogan daxuyaniya êrîsa Enqerê: 4 sehîd û 14 birîndarên me hene

Ji Erdogan daxuyaniya êrîsa Enqerê: 4 sehîd û 14 birîndarên me hene

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, dema hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn a li paytexta Ozbekistan Kazanê, derbarê êrîşa Enqereyê de daxuyanî da.

Erdogan li ser êrîşa vê êvarê ya bi ser TUSAŞê de ragihand, “4 şehîdên me, 14 birîndarên me hene. Vê êrîşa naletî ya terorê şermezar dikim, ji Xweda rehmetê ji bo şehîdên me dixwazim.”

Li aliyê din Pûtîn jî ji ber êrîşê sersaxî ji Erdogan re xwest û got, ew dê di Lutkeya BRICSê de rewşa trajîk a Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Pûtîn got, “Tirkiye û Rûsya di vê mijarê de di heman pêgehê de ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin