Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya Tirkiye-HSD û Minbicê

Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya Tirkiye-HSD û Minbicê

Peyamakurd - Fermandarê îngilîz ê Hêza Operasyonên Hevbeş di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Christopher Ghika ragihand ku dewriyeyên Minbicê yên di navbera Tirkiye û hêzên hevpeymaniyê de heta niha bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn û got, “Divê hemû alî rageşiyê kêm bikin û balya xwe bidin ser têkbirina mayînde ya DAIŞê.”

Tumgeneral Christopher Ghika, bi konferanseke vîdyoyî bersiv da pirsên rojnamevanan ên derbarê Sûriyê de.

Ghika li ser dewriyeyên hevbeş ên bi Tirkiyeyê re li Minbicê diyar kir, “Heta niha du dewriye gelekî serkeftî derbas bûne. Ev yek ji bo ewlekariya Minbicê ji herdu aliyan re jî serbilindiyek e û em di pêkanîna planê de rijd in.”

Ghika li ser pirsa bombardimana dersînor a Tirkiyê jî got, “Em ji hemû aliyan dixwazin rageşiyê kêm bikin û bala xwe bidin ser bi awayekî mayînde tekbirina DAIŞê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin