PeyamaKurd - Parlamentoya Îranê ji bo birêvebirina Tengava Hurmizê planeke nû ya 12 xalan amade kir. Li gorî vê planê, Îran dixwaze kontrola xwe ya li ser vê rêya avê ya stratejîk tundtir bike û destûrê nede keştiyên "welatên dijmin" ango bi taybet yên Îsraîlê.
Qedexeya li ser Îsraîlê û mercên nû yên derbasbûnê
Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad ragihand ku li gorî plana nû, keştiyên xwedîyê wan Îsraîl dê tu carî nekaribin di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Herwiha hate diyarkirin ku keştiyên welatên dijmin heta ku ziyanên şer qerebû nekin, dê destûra derbasbûnê nestînin. Nîkzad tekez kir ku derbasbûna hemû keştiyên din jî dê bi destûra fermî ya Îranê be û ev sîstema nû wekî "neteweyîkirina petrolê" girîng nirxand.
Rayedarên Îranî diyar dikin ku ev birêveberiya nû dê li gorî hiqûqa navneteweyî û bi parastina mafên welatên cîran were amadekirin, lê trafîka keştiyan êdî mîna beriya şer nabe.
‘Ji çekên nukleerî girîngtir e’
Serokê Komîsyona Avakirina Parlamentoyê Mihemed Riza Rizayî destnîşan kir ku birêvebirina Tengava Hurmizê ji bo Îranê ji çekên nukleerî girîngtir e. Di çarçoveya vê planê de, hemû keştiyên ku daxwaza derbasbûnê dikin, divê navê "Kendava Basrayê" bi kar bînin. Herwiha xaleke girîng a aborî jî di planê de heye: Ji sedî 30ê dahata ku ji keştiyan tê girtin dê ji bo bihêzkirina binesaziya leşkerî û ji sedî 70 jî ji bo geşepêdana aborî û debara gel were xerckirin.