PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 299 tankerên petrola xav ji Iraqê derbasî nav axa Sûriyê bûn û ber bi parzûngeha Banyasê ya li parêzgeha Tertûsê ve çûn.
Kompaniya Sûriyê ya Petrolê îro 1ê Nîsanê ragihand ku 299 tankerên petrola xav ji Iraqê bi rêya dergehê El-êWelîd – El-Tenef derbasî Sûriyê bûn.
Komapaniyê da zanîn, biryar e îro ew tanker bigihin parzûngeha Banyasê û piştre ji bo bazara cîhanê bê hinardekirin.
Li gorî kompaniyê, ev yek bi awayekî rasterast bandorê li aboriya Sûriyê bike.
Desteya Gitşî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê jî vekirina dergehê El Tenef – El Welîd bi Iraqê re ragihand û diyar kir ku vekirina dergehê dê veguhestina enerjiyê û tevgera bazirganiyê di navbera Sûriyê û Iraqê de geş bike.