Ji Kazimî fermana operasyonên DAISê…

Ji Kazimî fermana operasyonên DAISê…

PeyamaKurd – Li demeke ku rêxistina terorîst DAIŞê li Iraq û navçeyên Kurdistanê êrîşên xwe zêde kirine û xwe birêxistin dike de, Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku operasyonên hêzên ewlekariyê li dijî DAIŞê berdewam bikin.

Hat ragihandin ku Kazimî bi Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Yehya Resûl û rayedarên bergiriya Iraqê re li ser operasyonên dijî DAIŞê civiyaye û ferman daye ku operasyon berdewam bikin.

Kazimî dema hatibû ser kar gotibû, ew dê nehêlin DAIŞ ji nû ve li Iraqê xwe bicih bike û li dijî rêxistinê operasyonên xwe bidomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin