PeyamaKurd – Hukumeta Îsweçê ji bo koçberiyê kêm bike, ji bilî kesên ji nav welatên Yekîtya Ewrûpayê çûne Îsveçê, dê serê mirovê 350 hezar Kronê Îsveçê (37 hezar dolar) bide wan. Bicîhanîna biryarê destpêkiriye û heya niha 171 kes seredanê kirine.
Jimara bineciyên Îsweçê li dora 10,6 milyon kese û jimara biyaniyan li dora 2 milyon kes e.
Li ser biryara hukumetê muxalefet hat kirin û bi taybetî rêxistinên civaka sîvîl nerazîbûna xwe diyar kirin. Nûnerên koçberan gotin ku biryar cudakariyê dixe nava xelkê û piraniya koçberên li Îsveçê ne, naxwazin ji Îsweçê herin.