Ji Koska Spî daxuyaniya serdana Trump bo Tirkiyê: Ti tarîx û planek…

Ji Koska Spî daxuyaniya serdana Trump bo Tirkiyê: Ti tarîx û planek…

PeyamaKurd - Piştî daxuyaniya Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ku doh 24ê Kanûnê gotibû, dê Serokê Amerîkayê Donald Trump sala 2019an serdana Tirkiyê bike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, Koşka Spî daxuyanî da.

Rayedarên Koşka Spî ragihandin ku raste ku Trump ji hevdîtinê re vekirî ye, lê ti hevdîtineke plankirî di nav sala 2019an de bo Tirkiyê nîne.

Rayedarên Koşka Spî ji medya Amerîkayê re gotin, “Serok (Trump) ji hevdîtineke muhtemel a dahatuyê re vekirî ye. Lê tarîx û planeke derbarê hevdîtinê de nîne.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ku doh 24ê Kanûnê gotibû, Tirkiyê Trump vexwendiye û wî jî bi germî pêşwazî kiriye ku dê teqez di nav sala 2019an de serdana Tirkiyê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin