PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê ser Sûrîye û Lîbya axivîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hat gotin, Trump di wê axaftinê de daye zanîn ku wî ji Rûsya xwestiye piştgirîya bo rejîma Esad bi dawî bike û Trump herwiha ji bo bûyerên li Îdlibê fikarên xwe anîne ziman û ji ber hewildanên Tirkîyê yên bo astengkirina kêşeya mirovî jî spasîya Erdogan kiriye.
Trump ji bo Lîbya jî dubare daye xuyakirin, mudaxeleya dewletên din dê alozîya li wê herêmê kûrtir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin