"Min telefonî Mesrûr Barzanî kir û pabendbûna Trump jê re ragihand"

"Min telefonî Mesrûr Barzanî kir û pabendbûna Trump jê re ragihand"

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê û Balyozê li Enqerê, Tom Barrack, diyar kir ku êrîşên li dijî hêzên Pêşmerge bi tevahî "bêmaf" û "neheq" bûn.

Doh di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê, Tom Barrack behsa pêwendiya xwe ya pêr bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kir û got, "Di axaftina min a bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, min pabendbûna Serok Trump ji bo alîkariya aramiya Herêma Kurdistanê ji wî re ragihand."

Derbarê êrîşên li dijî hêzên Pêşmerge de, Barrack diyar kir ku ev êrîş bi tevahî "bêmaf" û "neheq" bûn.

Di saetên serê sibê yên roja Sêşemê, 24ê Adara 2026an de, şeş moşekên balîstîk ên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin, baregehên Firqeya 7emîn a Piyade (Herêma 1emîn) û Firqeya 5emîn a Piyade ya Pêşmerge li herêma Soranê hedef girtin.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku di encama êrîşê de şeş Pêşmergeyên qehreman şehîd bûne û 30 kes jî birîndar bûne.