Ji Kremlînê daxuyanî: Ti lihevkirinek nîne, divê terorîst bên bêbandor kirin

Ji Kremlînê daxuyanî: Ti lihevkirinek nîne, divê terorîst bên bêbandor kirin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser rewşa Idlibê da xuyakirin ku ew ji rewşê gelekî nîgeran in û pêwîst e êrîşên komên çekdar bidawî werin.

Peskov got: “Em naxwazin li ser senaryoyên herê xerab bipeyivin, lê belê hevdem dixwazim diyar bikim ku artêşa Sûriyê li Idlibê li dijî rêxistinên terorî têkoşînê dide.”

Berdevkê Kremlînê bal kişand ser ku divê rêxistinên terorî yên êrîşan dikin werin bêbandorkirin û li ser lutkeyeke sêqolî (Rusya, Îran, Tirkiye) û li ser banga Macron û Merkel a lutkeyeke çarqolî jî wiha axivî: “Niha biryareke zelal nîne. Lê heger serokên her çar welatan (Rûsya, Tirkiye, Almanya, Fransa) pêwîst bibînin em vê îhtimalê dûr nabînin. Lê dîsa dubare dikim, hîn ti lihevkirinek çênebûye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin