PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro 6ê Nîsanê ji ser axa Lubnanê ve gelek roket bi ser welatê wan de hatine avêtin.
Li gorî nûçeya medya fermî ya Îsraîlê, ji ser Lubnanê 15 moşek bi ser bakurê Îsraîlê de hatine avêtin û ji bo ruxandina wan moşekan sîstema berevaniya asmanî hatiye xebitandin.
Herwiha artîşa Îsraîlê daye xuyakirin ku di encama êrîşê de welatiyekî îsraîlî bi parçeyê şerepnelê bi sivîkî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên moşekî li herêmên bakurê dengê sîrenên hişyariyê bilind bûye.
Li aliyê din medya ser Îranê û Hizbullaha Lubnanê li ser medya civakî belav kirine ku zêdetirî 100 moşek bi ser Îsraîlê de hatine avêtin û ew jî wekî tola Filîstîniyan nîşan dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin