Ji nûnera NY hisyariya çekên nukleerî: Em qonaxa herî metirsîdar de ne!

Ji nûnera NY hisyariya çekên nukleerî: Em qonaxa herî metirsîdar de ne!

PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo karûbarên bêçekirinê Izumi Nakamitsu, piştî biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî li nav axa Belarûsê hişyariya metirsîya mezin a çekên nukleerî da.

Nakamîtsû di civîna bi navê ‘Gefên li dijî Aştî û Ewlehiya Navnetewî’ de axaftinek kir û got, “Ji şerê sar û vir de em hatine qonaxa herî metirsîdar a bikaranîna çekên nukleerî.”

Nûnera NY diyar kir, “Em di qonaxa herî metirsîdar a bikaranîna çekên nukleerî de ne. Şerê Ukraynayê jî mîna vê ya herî girîng û xeter e.”

Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniya 25ê Adarê ya Pûtîn, Parlamentoya Belerûsê jî bicihkirina çekên nukleerî yên rûsî li welatê xwe pesend kir ku ev yek rastî bertekên tund ên welatên rojavayî hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin